Li Fransayê operasyona li dijî rastgiriya tund: 2 leşker hatin girtin

Li Fransayê, 10 kesên ku bi firotina çekan ji bo sempatızanên rastgiriya tund û çeteyên narkotîkê hatin destgîrkirin. Di nava wan de 2 leşker jî hene.

Li Fransayê, roja Sêşemê bi operasyonekê 10 kes ji ber bazirganiya çekan hatin destgîrkirin.

9 ji wan roja Înê û Şemiyê hatin girtin. Di nava wan de leşkerekî 31 salî yê li baregeheke leşkerî ya li rojhilatê Fransayê wezîfedar û leşkerekî teqawîtbûyî yê 44 salî hene.

Gumanbar hemû bi sûcên "hilanîna çekên komî, bidestxistina debanceyan" û "avakirina rêxistina ji bo sûc" tên tawanbarkirin.

200 ÇEK Û TONEK CEBILXANE HATIN DESTESERKIRIN

Di de operasyonê de gelek çek û cebilxane hatin girtin. Çavkaniyên nêzî lêpirsînê agahî dan medya Fransayê û ragihandin ku herî kêm 200 çek û tonek cebilxane hatine desteserkirin.

Lêpirsîna edlî ya têkildarî vê bazirganiya çekan 25'ê Hezîrana 2020'î dest pê kiribû.

Gumanbar tên sûcdarkirin ku çek firotine bazirganên narkotîkê û sempatîzanên rastgiriya tund.