Li Fransayê nîjatperest alîgirên li dijî koçber û ‘Îsalamiyan’ kom dike

Li Fransayê her ku diçe nîjatperestên ku di salên dawî de hê tehlokeya wan mezin dibe, niha jî êrîşî saziyên mirovî yên alîkariya koçberên ji Behra Spî tên dike, dikin. Îro wê li gelek bajaran ji bo alîkarîkirina bi koçberan re xwepêşandan bên kirin.

Li Fransa ya li gorî welatên din ên Ewropa xwedî nifûsa herî kêm a koçberan e, koma çete ya bi navê ‘Génération Identitaire’ a alîgirên nîjatperest û şidetê, niha jî hewl dide zextê li komeleya bi navê SOS Méditerrannée ya alîkariyê dide koçberan dike. Komeleya ku li dijî blokekirina keştiya bi navê Aqûarîûs a li Behra Spî ku bi hefteyane hatiye rawestandin, roja Înê ji aliyê çeteyên nîjatperest ve hatibû talankirin.

Çete, bi sûcdariya ‘alîkarîkirina ticarên mirovan’ komeleya ku yekane armanca wê ew e ku jiyana koçberan rizgar bike sûdar kiribû.

Saxiya alîkariyê SOS Méditerrannée ya têkildarî talankirinê daxuyanî da, ji bo alîkarîkirina keştiya bi navê Aqûarîûs banga tevlîbûna xwepêşandanên îro ku li 28 bajarên welat bê kirin, kir. Komeleya ku keştiya bi navê Aqûarîûs kirê kirî, diyar kir ku li dijî paşvekişandina bandirmeya keştiyê ya ku ji aliyê Panamayê ve hatibû dayîn divê bikevin nava tevgerê.

Li aliyê din koma çete ya bi navê Génération Identitaire ji bo fikrê xwe yê nîjatperest belav bike, tê zanîn ku her fersendê bikartînin. Nîjatperestan roja Înê li bajarê Lîlle ku li bendê bû helbestvanê repê Médine yê nêzîkatiya îslamiya redîkal tê zanîn konser bide, ji beriya konserê çalakiyek nêzî wê hate kirin.

Koma nîjatperest di saetên şevê de li nêzî salona ku konser bê dayîn, pankarata ‘Em li Lîlleyê repçiyê Îslamî naxwazin’ daliqandibûn.