Li Fransayê karkerên neqla rêyên bejahî di grevê de ne

Li Fransayê karkerên neqla rêyên bejahî, bi daxwaza zêdekirina mûçeyan dest bi grevê kirin. Grevê bandor li gelek qadên pîşesaziyê kir.

Karkerên sektora neqla rêyên bejahî vê Duşemê dest bi grevê kirin. Hemû federasyonên sendîkayan ji bo zêdekirina mûçe banga çalakiyên protestoyî yên neteweyî kirin. Çalakiyên bloka li ser rêyan hatin organîzekirin, bi dehan kargehên pîşesazî ji ber grevê bandor bûn.

Sendîkayên CFDT, CGT, FO, CFTC û CFE-CGC di daxuyaniyeke hevpar de bertekên xwe wiha anîn ziman, "Krîza tenduristiyê girîngiya faliyetên veguheztinê yên ku ji hêla hukûmetê ve wekî berjewendiyek gelemperî hatine ragihandin eşkere kir. Lêbelê, ev tek nebû mûzakereyek li ser mûçe an şert û mercên xebatê.”

Çalakiyên dorpêça rê di saetên sibê de dest pê kir. Ji ber çalakiyê nêzî 20 herêmên pîşesazî bandor bûne.

Di vê sektorê de sendikaya herî mezin FGTE Route Sekreterê Giştî yê Patrîck Blaîse ku girêdayî CFDT’ê ye ji rojnameya Le Parisien re got, “Wê tevahî herêm bandor bibin, lê me naxwazin ajokaran aciz bikin.”

Bi taybetî li bajarên wekî Parîs, Marsîlya, Lyon, Bordeaux, Toulouse, Rennes, Nantes, Lilles û Metzê, barîkat hatin danîn, ku bandora grevê pêk bê.

Serokê CFTC-Transports Thierry Douine di destpêka Hezîranê de di daxuyaniyekê de got: "Em ê operatorên mezin asteng bikin: barkêş û rêwiyan, lojîstîk, veguheztina fonan..."

Serokê FO-Transport Patrice Clos ji radyoya Franceinfo re axivî û diyar kir ku ev grev tenê destpêk e û got, "Eger dengê me neyê bihîstin, divê hikûmet bizane ku em ê ji meha cotmehê pê ve çalakiyên mezintir pêk bînin."