Li Fransayê hejmara miriyan derket 900’î

Li Fransayê di nava 24 saetên dawî de 189 kesên din jî ji ber Covîd-19 mirin.

Wezîrê Tenduristiyê Olîvîer Veran ragihand ku li gelemperiya welat di nava 24 saetan de 3 hezar û 176 kes bi vîrûsê ketine, li gorî vê hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihişte 19 hezar û 856’an.

Wezîr eşkere kir ku di rewşa heyî de 8 hezar û 675 kes jî tên dermankirin û ji van jî 2 hezar û 82 kes di beşa başbûnê de ne.

Veran diyar kir ku di rojekê de 186 kes mirin û destnîşan kir ku ji roja şewb destpê kir û vir ve 860 kes mirine.

Ji roja yekem a şewba Korona li Fransayê derket û vir ve 5 doxtor ji ber vîrûsê mirine.