Li Fransayê greva veguhêziyê: Seferên veguhêziyê bi giranî rawestiyan

Li Fransayê greva ku li dijî pêşnûmeya reforma teqawîtiyê di 5'ê Kanûnê de li xizmetên veguhêziyê yên giştî dest pê kir di roja 20'an de ye.

Li dijî sîstema teqawîtiyê ku hikumet dixwaze bi rengekî ku li xebatkaran nayê sererast bike, xebatkarên şîrketa rêyên hesinî ya neteweyî SNCF û şîrketa veguhêziya giştî ya li Parîsê û derdora wê RATP bûye 20 roj in di grevê de ne. Grevê di Cejna Noelê de jî dewam kir. Li gelek bajarên mezin xebatkarên otobus û tramvayan wê beşdarî grevê bibin.

Li gorî daxuyaniya SNCF'ê, li gelemperiya Fransayê tenê 20 ji sedî yên seferên trena bi lez TGV û seferên trenên herêmî (TER) jî tenê 30 ji sedî dikarin pêk werin.