Li Fransayê fikara ‘şerê navxweyî’ yê rastgirên tundrew dixwazin derxînin

Di van hefteyên dawî de li Fransayê girtina derdorên rasgirên tundrew zêde bûye. Servîsên îstîxbaratê difikirin ku “tê xwestin ku kiriyarên terorî û şerê navxweyî bê derxistin”.

Di Îlona bihorî de 9 sal cezayê girtîgehê li alîgirekî rastgir ê Norwêcî yê Anders Breîvîk hat birîn. Kesê nijadperest xwe amade dikir ku êrîşî çerm reşan yan Ereban yan jî kesayetên siyasî bike.

Breîvîk di qetlîama Osloyê ya 22’yê Tîrmeha 2011’an de 77 kes qetil kir û 151 kes jî birîndar kiribû.

Vê payîzê du şane ji aliyê polîsan ve hatin têkbirin. Ev rastgirên tundrew ku tê gotin amade ne ji bo serî li şîdetê bidin, têgîna bi navê “lezkirinê” diparêzin.

Lezkirin weke meyleke siyasî derdikeve pêş ku ji veguhertina radîkal a civakê, ji lezkirin û hilweşandina kapîtalîzmê vêdetir, divê ji pêvajoyên dîrokî yên pêre têkildar be. Çep û rast bi giştî wateyên dijberî hevin.

Li aliyê çepê, tê îdiakirin ku lezkirin "pêvajoya pêşkeftina teknolojîk" li derveyî asoya kapîtalîzmê bi ji nû ve pejirandina teknolojiya nûjen ji bo armancên sûdmend û rizgarker bileztir dike ye. Lezkirinparêziya rastgir dibe ku soza lêhûrbûnkirina bêsînor a kapîtalîzmê ya bi fikrê anîna yekanetiya teknolojîk dide.

Metirsiya rastgiriya tundrew ku demek dirêje dihat paşguhkirin, her ku diçe servîsên îstîxbarata Fransayê dixe nav fikaran. Tê diyarkirin ku armanca komên rastgir ên tundrew lezkirina şerê navxweyî ye.

Li Fransayê li gorî rapora parlementoyê, tevgera nîjadperest 3 hezar kes dicivîne ku 500 ji wan kadroyên bingehîn in. Bi giştî ji ber gefa rastgirên tundrew, di derbarê 48 kesan de îdianame hat amadekirin.