Li Fransayê erkên rewşa awarte tên asayîkirin

Li Fransayê, rewşa awarte di 1'ê Mijdarê de diqede. Bi rêya qanûnan, wê gelek erkên rewşa awarte di nava sê salan de bên asayîkirin.

Qanûna ku hin tedbîrên rewşa awarte wê ji bo 3 salan hiqûqî bike, hefteya bihurî li Meclîsa Neteweyî hatibû qebûlkirin.

Di çarçoveya 'plana neteweyî' de ku Serokkomar Emmanûel Macron duh ragihand, li dijî 'radîkalbûna tund' wê têkoşîn bê dayin. Bi rêze qanûnan re ku wê di meha Kanûnê de bikeve parlamentê, tê îdîakirin ku wê hewl bê dayin pirsgirêka getobûyîn û pirsgirêkên li taxên xizan bên çareserkirin.

Macron di wê baweriyê de ye, ku gelek rêxistinên Îslamî yên tund ên li Fransayê, xwe dispêrin bajarên ji ailyê sosyo-ekonomî ve li paş mane, xwe ji van cihan xwedî dikin, lewma divê ew berê xwe bidin 'koka pirsgirêkan'.

LI ŞÛNA HEPSA LI MALÊ, WÊ DERKETINA JI HEREMA LÊ YE BÊ QEDEXEKIRIN

Di çarçoveya rewşa awarte de, ku piştî komkujiya Bataclanê ya Mijdara 2015'an hate ragihandin, hin erkên ji hêzên ewlekariyê û dadgeriyê re hatin dayin, wê di nava 3 salan de bên asayîkirin.

Yek ji van pêkanînan jî, li şûna ku gumanbarê 'endametiya rêxistina terorê' li malê bê hepskirin, wê cezayê 'derneketina ji herêma lê ye' bê birîn.

Her wiha, mizgeft jî di nav de 'îbadetxaneyên' ku bên tespîtkirin banga nefret, şîdet û komkujiyê dikin, wê ji bo 6 mehan bên girtin.