Li Fransayê dîmenên destgîrkirinê mirov dibehitîne

Li Fransayê rengê destgîrkirina 146 xwendekarên lîseyê ya li Mantes-la-Joliyê mirov dibehitîne.

Li Fransayê li dijî reforma perwerdehiyê û polîtîkayên girankirî yên nedadmendiya sosyal a hikumetê xwendekarên lîseyê roja Pêncşemê cara çaran çalakiya blokajê kirin.

Li tevahiya welêt li gorî hejmarên fermî li 280 lîseyan çalakiyên blokajê çêbûn û ji van 45 lîse bi temamî tevlî çalakiyan bûne.

Polîsên Fransayê bi rengekî tund êrîş bi ser xwendekaran de birin û 700 xwendekar destgîr kirin.

Li herêma Yvelînesê li Mantes-la-Jolîeyê rengê destgîrkirina 146 xwendekaran rê li ber nîqaşên nû vekir. Ji dîmenan mirov behitîn. Ji ber sedema çalakiya şewitandina du wesayitan xwendekarên ku hatin destgîrkirin li baxçeya lîseyê ya Saînt-Exupêryê li ser kaban dabûn rûniştandin, destê wan li ser serê wan û li hev hatibûn rêzkirin. Hin xwendekar bêyî ku bizanibin bê ka sedem çiye birin qereqolan. Di dîmenan de polîsek dibêje, 'va lîseyeke biaqil'.

Namzetê berê yê Serokkomariyê yê partiya Sosyalîst û lîderê partiya 'Generatîons' Benoît Hamn got, "Mirov jê dibehite. Ev nayê qebûlkirin. Ev ne Komar e. Ciwanên Fransayê hatin kêmkirin. Desthilat heke li hêrsê be, li çi digere?"

Şûbeya rêxistina civakî ya sivîl Oxfam Fransayê got, "Ev bi xweşbînî nayê dîtin." Alîkarê Şaredara Parîsê lan Brossat jî got, "Ev dîmen nayê qebûlkirin."

Parlamenterê çepgir Erîc Corquerel jî got, "Ev nayê qebûlkirin, rûmeta mirov dişikîne."