Li Fransayê çêkirina maskeyan êdî bi dildarî nema dimeşe

Terziyên Ewropa yên ku maske çêdikin nema dixwazin bi belaşî werin xebitandin.

Bi Covîd-19'ê re derkete holê ku di serî de li Fransa û Belçîkayê stokên maskeyan têrê nakin, di serî de Fransa ji bo ku maske tenê bifiroşin xebatkarên tendiristiyê ji welatiyên jirêzê re maske peyda nedibûn. Her wiha ji bo xebatkarên tendiristiyê jî hewceyî bi maskeyên wiha çêbûbû ku terzî û pêşnûmekarên kostûman wan hilberînin. Ji ber vê bi hezaran terzî berê xwe da vê qadê û bûbû alîkar ku vê valahiyê dagirin.

Li Fransayê û Belçîkayê terzî û pêşnûmekarên ku ji bo çêkirina maskeyan destek ji wan hatî xwestin serê maskeyê mecbûr ban ku di navbeyna 0,40 û 0,80'ê sentî de maskeyan çêkin, ev jî ji bo terziyê ku serê saetê 4 maskeyan çêdike dibû 1,6 Euro. Li welêt destheqa herî kêm li derdora 10 Euro ye.

Bi kampanyayeke ku li Fransayê hatî destpêkirin tê gotin êdî hilberandina bi dildarî ya maskeyan wê nema karibe were domandin. Her wiha li Belçîkayê jî bi kampanyaya onlîne hate xwestin ku dewlet destekê bidin terziyên ku maskeyan çêdikin.