Li Fransayê bi deh hezaran kes ji bo avhewayê meşiyan

Li gelemperiya Fransayê ji bo avhewayê 80 meş û xwepêşandan hatin organîzekirin. Meşa li Parîsê bi beşdariya 14 hezar û 500 kesî pêk hat.

Çalakî bi dirûşma "Hîn ne dereng e" pêk hat. Ne tenê li Fransayê, li Swîsre, Luksembûrg û Belçîkayê jî çalakî hatin lidarxistin.

Li gelemperiya Fransayê 80 meş hatin organîzekirin û bi deh hezaran kes tevlî çalakiyan bûn. Meşa li Parîsê bi beşdariya 14 hezar û 500 kesî pêk hat. Li bajarên Marsîlya, Bordeaûx, Strasboûrg, Rennes, Lîlle, Grenoble, Lyon û Reîmsê jî bi hezaran kes ji bo avhewayê meşiyan.

Çalakgeran diyar kirin, tedbîrên biçûk ên ji aliyê desthilatdaran ve tên girtin têrê nakin û gotin, divê sîstem were guhertin.

Meş ji aliyê welatiyan, komele û partiyên siyasî ve hatin organîzekirin. Li Parîsê di meşê de pankarta bi nivîsa "Em sîstemê biguherînin, ne avhewayê" hate vekirin.

Bi heman armancê roja 8'ê Îlonê jî meş û xwepêşandan hatibûn organîzekirin. Li gelemperiya Fransayê 115 hezar, li Parîsê 50 hezar kes tevlî çalakiyan bûbûn.