Li Fransayê antî-faşîst li dijî Le Pen daketin kolanan

Di hilbijartinên Serokkomariyê yên Fransayê de, ku duh tûra yekemîn pêk hat, namzeta rastgiriya tund Marîne Le Pen ji tûra duyemîn re ma. Ev yek li gelek bajaran hate şermezarkirin.

Piştî ku eşkere bû Emmanûel Macron ê Lîberal û namzeta rastgiriya tund Marîne Le Pen ji tûra duyemîn re man, di serî de li paytext Parîsê li gelek bajaran xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin.

Li Parîsê, di xwepêşandana antî faşîstan de, di navbera çalakger û polîsan de şer derket. Gelek ciwan li vê derê hatin binckirin. Her wiha li hin herêmên Parîsê wesayît hatin şewitandin.

Tevî paytext Parîsê, li bajarên Lyon, Bordeaûx û Nantesê jî antî-faşîstan xwepêşandan lidar xistin.

Çalakgeran diyar kirin, ew qebûl nakin ku neçar bimînin ji Emmanûel Macron û Marîne Le Pen yekî hilbijêrin û banga boykotkirina tûra duyemîn kirin.