Li Fîlîpînê bîlançoya bahozê giran dibe: Zêdeyî 100 kes mirin
Ji ber bahoza Trami ya li Fîlîpînê zêdeyî 100 kes mirin, 30 kes jî hîn winda ne.
Ji ber bahoza Trami ya li Fîlîpînê zêdeyî 100 kes mirin, 30 kes jî hîn winda ne.
Bahoza Trami ku roja Pêncşemê bandor li girava bingehîn Luzon kir, baraneke zêde û lehî bi xwe re anî.
Li gorî rayedaran heta niha zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku herî kêm 36 kes jî hîn winda ne.
Bahoza ku bû sedem ku nîv milyon mirov ji cih û warê xwe bibin, bandoreke giran li herêma Bicolê ya li rojavayê Luzonê kir. Li vê herêmê herî kêm 38 kesan jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan xeniqîn.
Li Fîlîpînê her sal ji ber ba û bahozê bi dehan kes jiyana xwe ji dest didin. Li gorî pisporan, ji ber guhertina avhewayê li herêma Asya-Pasîfîkê bahoz bandorê hîn bêhtir li qadên bejahî dikin.