Li Fîlîpînê bi hezaran kes ji ber ‘Bazirganiya madeyên hişber’ hatine kuştin

Li Fîlîpînê piştî Serokê dewletê Radrîgo Dûterte hate ser wezîfeyê, di demekî qasî 6 mehan de, bi serberskirina her cure şideta takekesî ya li dijî çeteyên hişberiyê, bi hezaran kes hatine kuştin.

Dûterte yê ku 1’ê Tîrmehê hate ser kar, soza ‘Wê sûcên kirîmînla di salekê de bi qedîne’ dabû û di vê çarçoveyê de daxwaz ji gel kiribû ku li dijî bazirganên madeyên hişber her cure êrîş û heta kuştinê jî bikar bûne kiribû. Ji ber vê polîtîkaya hem li Fîlîpîn û hem jî di qada navneteweyî de rê li ber nerazîbûnan vekir tê texmînkirin, herî kêm 2100 kes hatibin kuştin, bi hezaran kes jî ‘Bêdarezandin’ hatine înfazkirin.

Li Fîlîpîn a ku nêzî 100 milyon nifûsa wê heye di dema erka Dûterte de 24 hezar û 500 gomanbar hatine girtin, 980 hezar jî kesên hişberfiroş yan jî yên bi kar tînin bi xwe xwe , xwe radestî polîsan kirine.

Li gorî hêjmarên fermî 2 hezar û 157 kesên hişberfiroş yan ên bikartînin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kuşin, nêzî 3 hezar kesên din ên hatin kuştin jî tê texmînkirin ku girêdana wan bi sûcên hişberiyê re hene.

Dûterte yê ku bi wedên wê heta dawiyê li dijî madeyên hişber û li dijî çeteyên din têkoşînê bimeşnîn hete ser kar, li dijî çeteyên sûcdar mudaxele bike û kuştin jî di nav de îlan kiribû. Dûterte herî dawî diyar kiribû ku wê ev pêkanîn heta 6 mehên din jî dirêj bibe.

Ev pêkanîn di qada navneteweyî de rê li ber nerazîbûnên mezin vekir, hat diyarkirin ku fikarên wan hene gelek rêxistinên kirîmînal û mirovên sûcdar di bin navê ‘Bazirganîkirina madeyên hişber’ de bên kuştin.