Li Fîlîpînan hêjmara miriyan gihişt 40 kesî
Di Tsunamiya ku li Fîlîpînan çêbû de hêjmara miriyan gihîşt 40 kesî û ji ber barana zêde bi deh hezaran kes ji cihê xwe bûn.
Di Tsunamiya ku li Fîlîpînan çêbû de hêjmara miriyan gihîşt 40 kesî û ji ber barana zêde bi deh hezaran kes ji cihê xwe bûn.
Li gorî rayedaran li Fîlîpînan a ku bahoza tropîk Tramî lê çêbûyî, hejmara miriyan roja Îniyê herî kêm gihişt 40’an. Di daxuyaniya berê de hatibû diyarkirin ku 20 kes mirine.
Wezîfedarên rizgarkirinê hîna hewl didin xwe bigihînin welatiyên ku di banê malên xwe de asê mane. Ji ber lehiyê jî bi deh hezaran kes ji cihên xwe bûn. Li gorî hejmartina fermî ya ku roja Pêncşemê hatî kirin, 193.000 kes ji ber lehiyê hatin tehliyekirin.
Di nava du rojan de li hin herêman qasî du mehan, baran barî. Li paytext Manila jî herêmek di rêjeyek mezin de di bin avê de ma.
Her sal bi rengekî sîstematîk li Fîlîpînan bahoz û bager çêdibin û dibe sedema zirar û mirina bi deh hezaran kesan.