Li Fasê zêdetirî 300 bijîşkan îstifa kirin
Li Fasê 305 bijîşkên ku li nexweşxaneyan kar dikin, bi armanca protestokirina şert û mercên kar yên di “rewşa karesatê” de bi komî îstifaya xwe pêşkêşî Wezareta Tenduristiyê kirin.
Li Fasê 305 bijîşkên ku li nexweşxaneyan kar dikin, bi armanca protestokirina şert û mercên kar yên di “rewşa karesatê” de bi komî îstifaya xwe pêşkêşî Wezareta Tenduristiyê kirin.
Sendîkaya xweser a ku nûnertiya bijîşkên beşa giştî dikin ragihand ku 305 bijîşkan bi komî îstifa kirine. Sendîkayê diyar kir ku bijîşkan “şert û mercên xirab” yên beşa nexweşxaneyê protesto kirine.
Di nameya komî ya ji bo Wezareta Tenduristiyê hatî şandin de, hate gotin ku şert û merc, daxwazên welatiyan pêşwazî nake û ne li gorî mafê tenduristiyê ye.
Îstifayên bi armanca protestoyê daxwaza zêdebûna mûçe jî dikin. Bijîşk ji Wezareta Tenduristiyê daxwaza pêşxistina çareseriyên bingehîn dikin.