Li Fasê bi sedan kesî girtina rojnamevanekî şermezar kirin

Li paytexta Fasê Rabatê, bi sedan kesî girtina rojnamevan Omar Radî şermezar kirin ku Radî biyara dadgehê li ser Twîtterê rexne kiribû.

Di çalakiya şermezarkirinê de ku Şemiyê pêk hat, li dijî sîstema edaletê û nelirêtiya dewletê ya li Fasê dirûşm hatin qîrîn.

Radî yê 33 salî Pêncşemê hate girtin û dirûnişta wî heman rojê dest pê kir. Radî li ser Twîtterê nerazîbûn nîşanî birîna cezayê 20 salan ê girtîgehê li endamên tevgera şermezarkirinê Hîrakê dabû. Omar Radî got, "Em ê van karmendên bêrûmet ne ji bîr bikin ne jî efû bikin." Bi vî rengî dadgerê dadgehê weke "celat" bi nav kiribû. Metirsî heye ku Radî ji ber 'heqareta li dadger' salekê cezayê girtîgehê lê bê birîn. Rûniştina din wê di 2'ê Çileyê de pêk were.

Radî ku bi gelek saziyên Fasî û navneteweyî re dixebite, bi nûçeyên xwe yên lêkolînê yên der barê têkiliya navbera aboriya rantê û desthilatdariyê tê naskirin. Her wiha gelek çalakiyên şermezarkirinê yên li herêmên dezavantaj dihate şopandin.

Rêxistina Mafên Mirovan (HRW) Şemiyê daxuyaniyek da û bang li rayedarên Fasê kir ku Radî 'tavilê' serbest berde.

Komeleya Mafên Mirovan a Fasê jî nerazîbûn nîşan da û destnîşan kir ku dewlet li dijî azadiya îfade û ramanê kampanyayeke zalimane dimeşîne.

Di nava çend rojên dawî de li Fasê bikarhênerekî Yoûtûbe bi îdîaya "heqareta li kral" çar sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Her wiha li xwendekarekî lîseyê jî ji ber parvekirina xwe ya li Facebookê sê sal cezayê girtîgehê hate birîn û yekî din jî ji ber parvekirina xwe ya medya civakî hate girtin.

Qanûna Çapemeniyê ya Nû ku cezayê girtîgehê ji holê radike di sala 2016'an de kete meriyetê, lê belê rojnamevan û bikarhênerên înternetê di çarçoveya Qanûna Ceza de tên cezakirin.

Li gorî rapora sala dawî ya azadiya çapemeniyê ya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, Fas di nava 180 welatî de di rêza 135'an de ye.