Li fabrîkeyeke Hindistanê ji ber gazê 11 kes mirin

Li fabrîkeyeke polyesterê ya li bajarê Vîsakhapatnamê ya Hindistanê ji ber gazê 11 kes mirin. Gazê bandor li hezaran kesan kir.

Li fabrîkeyeke polyesterê ya li bajarê Vîsakhapatnamê ya Hindistanê ji ber gazê 11 kes mirin. Gazê bandor li hezaran kesan kir. Li bajêr bi hezaran kesan xwe avêtin kuçe û kolanan.

Li dîmen û fotografan de tê dîtin ku li erdê cenazeyê mirovan û cendekê heywanan heye. Di hin dîmenan de jî mirov dikuxin an jî vedirşin.

Herî dawîn hate diyarkirin ku 11 kes mirine û gazê bandoreke neyînî li hezaran kesan kiriye.

Di 2-3’ê Kanûna 1984’an de jî li fabrîyeke pestîsîtê bi qasî 40 tonan gaz derketibû derve û 3500 kes miribûn.