Li Ewropayê grev berbelav dibin

Li gelek welatên Ewropayê grev zêde dibin. Di demek a ku greva herî mezin a 30 salên dawîn li Îngilistanê heye de, li DYE’yê careke din sendîka tên avakirin û li Fransayê tevgera civakî zêde dibe.

Xebatkarên rêyên hesinî yên li Îngilistanê roja sêşemiyê dest bi grevê kirin. Sendîka daxwaza zêdekirina ji sedî 7,1 a mûçeyê xebatkaran dikin, her wiha doza garantiya pêşeroja karê xwe dikin.

LI QRALIYETA YEKBÛYÎ GREVA HERÎ MEZİN A 30 SALÊN DAWÎN

Ev grev, ji sala 1989’an û vir ve wek greva herî mezin tê dîtin. Li seranserê welêt serê sibehê seferên trenan hatin rawestandin. Li paytext Londrayê metro jî sekinîn. Greva ku ji aliyê Sendîkaya Rêyên Deryayî, Rêyên Hesinî û Veguhestina Giştî RMT’ê ve tê organîzekirin, tê pêşbînîkirin ku 21, 22 û 25’ê Hezîranê tev tevî hev bi sê rojan dewam bike.

Tê payîn ku roja pêşîn 50 hezar kes tev li grevê bibin. Şirketên veguhestinê dixwazin zêdebûyîna heqdestan rawestînin, hin karkeran ji kar derbixin, saetên xebatê yên heftane ji 35’an bînin ser 40’î, kontrolên ewlehiyê kêm bikin û hemû xalên firotina bilêtan bigirin.

Wezîrê Veguhastinê Grant Shapps di daxuyaniyekê de ji Sky News’ê re got ku bi tu awayî hikûmet nikare mudaxeleyî danûstandinên di navbera karsaz û sendîkayan de bike.

Di vê serdema ku şirketan êrîşî heqdestan dike de, li Îngilistanê enflasyon nêzê ji sedî 10 e. Çapemeniya Îngilistanê wê wekî “havîna nerazîbûnê” bi nav dike û destnîşan dike ku dibe rêzek grevên mîna ku berî hilbijartina Margaret Thatcher di 1978’an de qewimîn, çêbibin. Ji grevên 1978’an re “zivistana nerazîbûnê” dihat gotin.

LI DYE’YÊ TÊKOŞÎNA CIVAKÎ BI PÊŞ DIKEVE

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî ku difikirîn ji têkoşîna civakî xalî bûye, grevan dest pê kir. Yekem car vê hefteyê, sendîkayek di bingeha Apple ya li Marylandê de hate damezirandin. Sendîkayên di nav Amazon, Google û Starbucksê de dest bi damezirîna xwe kir. Li DYE’yê zêdebûna bihayan nêzî ji sedî 10 bû, di van şirketên mezin de pirsgirêka heqdest derket pêş.

GREVÊN LI BELÇÎKAYÊ

Li Belçîkayê jî di gelek sektoran de grev hatin lidarxistin. 20’ê Hezîranê bi daxwaza zêdekirina heqdestan, karê veguhestina giştî sist bû, bi sedan sefer hatin betalkirin. Li paytext Brukselê derdora 80 hezar kes daketin kolanan.

LI FRANSA TEVGERA CIVAKÎ ZÊDE DIBE

Li Fransayê jî tevgerên civakî dîsa zêde dibin. Di 21’ê Hezîranê de li herêma PACA rêxistina rêyên hesinî ya neteweyî SNCF, 21 û 22 Hezîran li Bordeauxê di torên tramwayê de, 24’ê Hezîranê li ser xeta trenê ya li herêma Parîsê RER D, 25’ê Hezîranê li Air France û Transvîa, 26’ê Hezîranê di xetên otobus û tramwayê de yên li Strasboûrgê, 27’ê Hezîranê xwediyên kamyonan û di 1’ê Tîrmehê de rêyên hewayî yên Parîsê wê grev hebin.

Liv û tevgera xebatkarên postexane, yên paqijiyê dikin, nexweşxane û gelek sektorên taybet de jî zêde dibe. Daxwazên sereke zêde kirina heqdest baş bûyîna şert û mercên xebatê ne. Sedema grevan yek jê jî enflasyon e. Her çiqas li Fransayê enflasyon li gorî welatên cîran kêmtir be jî, heqdest û bihayê tiştan ne hevseng in.