Li Ewropayê asta ewlekariyê gihiştiye lûtkeyê

Li paytextên Ewropayê, ji ber pîrozbahiyên serê salê asta ewlekariyê derketiye asta herî jor.

Li paytexta Elmanya Berlînê li pêşiya stasyonên tren û balfirgehan ewlehiyên zêde hatin girtin. Li Berlînê hêjmara polîsên ku dewriye digeriyan jî hat zêdekirin.

Her wiha li paytext Parîs a Fransayê jî ewlekariyeke mezin hatiye girtin. Polîsên ku li ser rêyên girîng û avahiyên dîrokî hatine bicihkirin asta ewlekariyê gihandine lûtkeyê. Rêveberan diyar kirin ku di serê salê de jimara endamên ewlekariyê ji 100 hezaran zêdetir wê erkdar bin.

Li paytexta Belçîka Brûkselê ev rewş ne pir cudaye. Ji bo pîrozbahiya serê salê yên li bajêr bên lidarxistin asta ewlekariyê hatiye zêdekirin. Li Belçîkayê, di êrîşa çeteyên

DAIŞ'ê ya 22'yê Adarê de, 32 kesan jiyan xwe ji dest dabûn.
Li aliyê din hate ragihandin ku li bajarên mezin ên weke Madrîd, London û Romayê tedbîrên ewlekatiyê di asta herî jor de hatine girtin.