Li Ewropayê alarma şewba berazên Afrîkayê

Tê gotin, nexweşiya weba beazên Afrîkayê ku salên dawî li welatên rojhilatê Ewropayê hate dîtin, eger bigihêje rojavayê Ewropayê bi taybetî Elmanyayê wê rê li ber mirina bi milyonan heywanî û zerara bi milyara Euroyî veke.

Sekreterê Giştî yê Federasyona Cotkarên Elman (DBV) Bernhard Krusken ji rojnameya Suddeûtsche Zeîtûngê re axivî û anî ziman ku şewba weba berazên Afrîkayê kêm maye ku nêz bibe.

Krusken ragihand ku şewba nexweşiya berazên Afrîkayê sala 2007'an li Gurîstanê, piştre jî li Rûsyayê hate dîtin û got, di ser welatên Baltik re wê bigihêje rojavayê Ewropayê. Sekreterê Giştî yê DBV Krusken da xuyakirin, eger şewb bigihêje Elmanyayê ku 30 milyon beraz lê tên xwedîkirin, wê rê li ber zerareke ji milyaran Euroyî veke.

Li gorî Krusken maliyeta şewbê tenê li Elmanyayê wê 2 heta 3 milyar Euro be. Û ji bo sektora sewalkariyê jî wê bibe felaketek. Ev jî tê wê wateyê ku li Elmanyayê wê bi milyonan heywan bên îmhakirin.

Nexweşiya berazên Afrîkayê bi mirovan an jî heywanên din nakeve, lê belê ne bi dermanekî ne jî bi derziyekê nikare pêşî lê bê girtin. Tê gotin ku di dema belavkirina mazlemeyên xwarinê yan jî veguhestinê de nexweşî belav bibe.