Li Ermenîstanê mîtînga li dijî tecrîdê

Kurdistaniyên li Ermenîstanê, ji bo şermezarkirina ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek li dar xistin.

Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) a Ermenîstanê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştevaniya berxwedana greva birçîbûnê li paytext Erîvanê mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtîng li qada Şahomyan a Erîvanê pêk hat. Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, peyama YJA ya Ermenîstanê ji aliyê endama rêveberiya YJA'yê Lianna Mhoyan ve hate xwendin.

Di peyamê de hate ragihandin, jinan li her devera dinyayê hêrsa xwe ya li dijî newekhevî, bê edaletî, neteweperestî, nîjadperestî û tundiyê li qadan nîşan dan.

Mhoyan diyar kir ku li dijî her şêweyên qirkirinê wan bi gotina 'em jî hene û em xwedî wê hêzê ne ku vê dinyayê biguherînin' serî hildane û got, "Ji bo azadiyê pêwîstî bi rêxistinbûn û têkoşînê hebû. Tevgera jinên Kurd ev yek civakî kir û wekheviya zayendîparêz a civakî berbiçav kir. Sira serketina li dijî DAÎŞ'ê ku nîşaneya paşverûtiya herêmî û emperyalîzma dinyayê ye, di vir de ye. Têkoşîn bi me re bû û bi têkoşîn û rêxistinbûnê dikarîbû bihata biserxistin. Serweriya mêr ne mayinde bû, dikarîbû bihata têkbirin. Bi hezaran jinan mîna pêşengên xwe canê xwe feda kirin û jiyana nû afirandin."

Di dewama peyamê de işaret bi berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven hate kirin û hate gotin, "Leyla Guven zanîbû ku eger azadî û aştiya li dora jinê li Rojhilata Navîn pêk were, ev yek bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkane û bi vê yekê re dest bi berxwedanekê kir ku navnetweyî bû."

YJA'ê dirûşma "Azadî bi berxwedana jinê dibe" û destnîşan kir, berxwedana ku di kesayetiya Leyla Guven de pêk tê, qîrîna azadiyê ye."

Di peyamê de hate gotin, "Bi navê jinên Kurd ên li Ermenîstanê, em bang li jinên dinyayê hemûyan dikin ku bi îrade, biryardarî û piştevaniyê refên têkoşîna azadiyê xurt bikin. Pêkanîna konfederalîzma jinê, afirandina enternasyonalîzma jinê dikare pêk were."

Di peyamê de berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hate silavkirin û bang li her kesî hate kirin ku berxwedanê xurt bikin.

Di dawiya peyamê de 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li jinan hemûyan hate pîrozkirin.

Piştî xwendina peyamê Serokê Yekîtiya Kurdistanê ya Ermenîstanê, endamê KNK'ê û parlamenterê Ermenîstanê Kinays Hasanov axivî.

Hasanov tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û piştgirî da berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dewam dike.

Seroka Komîteya Kurdistanê Jênîka Qadir jî diyar kir ku divê ew bi rengekî bênavber ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixebitin û got, "Pekanîna azadiya Rêberê me wezîfeya me hemûyan e. Bang li her kesî dikim ku wezîfeya xwe bi cih bînin."

Endamê Meclîsa Damezrîner a Şengalê yê li Ermenîstanê Silo Dirboyan jî got, "Rêber Apo ji bo parastina hebûna gelan têdikoşe. Ya ku li rastiya gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê tê, projeya Rêber Apo ye, felsefeya wî ya jiyana nû ye." Dirboyan diyar kir, bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wê xwîn êdî nerije.

Endamê Komîteya Kurdistanê ya herêma Oktomberyanê Mîlo Kalaşyan jî got, "Yekane rêya ku bi dijmin re gavê paşde bide avêtin yekîtiya me ye. Bi pêkanîna yekîtiyê re divê em berxwedanê mezin bikin."

Nûnerê Herêma Elegezê Alîk Şaboyan diyar kir, "Dijminê li dijî me, dijminekî fşaîst e. Ji ber vê yekê bi yekîtiya xwe re divê em berxwedanê xurt bikin."

Rojnamevan nivîskar Mirazê Cemal jî di mîtîngê de helbesteke xwe ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.