Li Erebistanê êrîşî balafirgehekê hate kirin: 26 kes birîndar bûn

Li Siûdî Erebistanê êrîşî balefirgehekê hate kirin û hate diyarkirin ku 26 ‘sivîl’ birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Koalîsyona Ereban hatiye kirin a ku bi pêşengiya Siûdî Erebistan li Yemenê tevlî şer bûye, Hûsiyên Yemenê êrîşî balefirgeha Abhayê kirine. Li gorî daxuyaniya koalîsyonê ji ber teqandina ‘cîsmekî’ 26 hemwelatiyên ji welatên cihê birîndar bûne.

Şervanên Hûsiyê diyar kirin ku wan fuzeyeke seyîr avêtina balefirgehê.

Albayê ji Siûdî Turkî El Malikî diyar kir ku hê cureya teqemeniyê nehatiye diyarkirin.

Hûsiyên Şîî di hefteyên dawîn de bi fuze û firfirokên hewayî yên bêmirov êrîşên xwe zêde kirine.