Li Erebîstana Siûdî êrîş li benda kontrolê hate kirin
Li Erebîstana Siûdî, roja Yekşemê li bendeke kontrolê ya hêzên ewlekariyê êrîşek hate kirin. Ji ber şer 4 kes mirin.
Li Erebîstana Siûdî, roja Yekşemê li bendeke kontrolê ya hêzên ewlekariyê êrîşek hate kirin. Ji ber şer 4 kes mirin.
Wezareta Karên Hundir diyar kir, ji wesayitekê gule li benda kontrolê hatiye reşandin. Hate ragihandin, êrîş li ser rêya Bûrayda-Tarfiye ya li herêma El Kasimê rû da û endamekî hêzên ewlekariyê, welatiyekî Bangladeşê û 2 êrîşkar mirin. Wezaretê diyar kir, êrîşkarek jî birîndar bû.
Roja 20'ê Nîsanê jî êrîş li bendeke kontrolê ya li wîlayeta Asir a li başûrê rojava yê welêt hatibû kirin û 4 polîsên Siûdî miribûn.
Ji êrîşên çekdarî yên salên dawî, çeteyên El Qaîde û DAÎŞ'ê berpirsyar tên dîtin.