Li Endonezyayê tsûnamî: 168 kes mirin

Li Endonezyayê ji ber teqîna volkanekî, tsûnamî rû da. Herî kêm 168 kes mirin, bi dehan kes jî winda ne.

Pêlên deryayê yên li rojava û başûrê girava Sûmatrayê rabûn, li sedan avahiyan qewimîn.

Tsûnamî êvara Şemiyê saet 21:30'î rû da. Pêlên mezin ên deryayê, ji ber teqîna volkanê Anak Krakatoayê rabûn.

Berdevkê Saziya Rêveberiya Felaketan a Neteweyî Sûtopo Pûrwo Nûgroho got, 168 kes mirine, 745 kes birîndar bûne û 30 kes winda bûne.

Krakatoa, sedsala 19'an dema ku teqiya, xwelî û kevirên jê pengizîn bi qasî 20 kîlometreyan bilind bûn û mîna ewrekî li herêmê belav bûn. Ji ber teqîna volkan, herêm mîna şevê reş bûbû û tsûnamî pêk hatibû. Di encama wê teqîn û tsûnamiyê de 17 hezar kes miribûn.

Li Endonezyayê 17 hezar girav û giravên biçûk hene. Ev welat li ser sê plakayên mezin ên tektonîk in û li ser Kembera Êgir a Pasîfîk e.

28'ê Îlonê bi dijwariya 7.5 pileyî erd hejiya bû û tsûnamiyê rû dabû. Di encamê de bajarê Palû hilweşiya bû û herî kêm 2.073 kes miribûn. 5 hezar kes jî winda bûbûn. Gelek kes di binê xirbeyê avahiyên hilweşiyayÎ de mabûn.

Sala 2004'an ji ber erdheja bi dijwariya 9.3 pileyî ya li peravên girava Sûmatrayê, tsûnamiyê rû da bû û li peravên Okyanûsa Hîntê 220 hezar kes miribûn. 168 hezar ji van li Endonezyayê miribûn.