Li Endonezyayê karesateke din pêk hat

Piştî erdhej û tsûnamiya li girava Sîlawesî ya Endonezyayê da û şûnde, vê carê jî lêh li girava Sûmatra rabû û erd şemitî, bi kêmanî 21 kes mirin.

Li gorî rayedaran di karesata lêhiyê ya li bakur û rojavayê girava Sûmatrayê pêk hat de 11 jê zarok bi giştî 21 kes mirine, 15 kes jî windan e. Nêzî 500 mal jî ziyan dîtine û 3 pir jî hilweşiyane. Li dibistanekî ya olî 11 xwendekar man di bin heriya ku dîwarê dibistanê hilweşan de û mirin.

Berdevkê Ajansa Rêveberiya Karesatê Pûrwo Nûgroho got: “Xebatên veguhestin, rizgarkirin û lêgerînê dewam dikin, ji ber ku gundên ku ziyan berketine li çiyan e, ji ber xirabûna rê jî di çûyîna gundekê de zoriyan dikişînin.”

28’ê Îlonê li bajarê Paûl a li girava Sîlawesî bi pileya 7,5 erd hejiya û ji ber rabûna tsûnamiyê ziyanên mezin pêk hatin. Di karesata xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn de, li gorî bîlançoya fermî hatî ragihandin 2 hezar 73 kes mirin, nêzî 5 hezar kes jî winda bûne. Ji ber vê karesatê 200 hezar kes pêwîstî bi alîkariya lezgîn heye û 80 hezar kes jî li ber malên ku hilweşiyane di bin konên nebaş û çirhayî de dijîn.