Li Endonezyayê ji ber lêhiyê 9 kes mirin

Li bajarê Cakarta yê Endonezyayê ji ber lêhiyê 9 kes mirin.

Endonezya di nava baran û lêhiyê derbasî sala nû bû. Rayedaran diyar kirin ku ji Çileya 2013’an ve ku bi dehan kes mirin barana herî xirab lê kiriye.

Li gelek taxên Cakarta ku nifûsa wê 30 mîlyone elektirîk qût bû. Gelek seferên trenê hatin rawestandin û balafirgehek hate girtin.

Rayedaran diyar kirin ku ji ber lêhiyê 9 kes mirine. Di nava van de zarokekî 16 salî ku bi elektirîkê ket mir û 3 kesên din jî ji ber hîpotermîdenê mirine.

Li gorî meqamên xwecihî bi hezaran kes hatine tehliyekirin.