Ji ber lehiyê li Endonezyayê 23 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Endonezyayê ji ber barana zêde lehî rabû û erd şemitî. Di karesatê de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li paytext Cakartayê ji ber baranda ku di dawiya salê de zêde bariya erd şemitî û lehî rabû.

Li gorî rayedaran ji ber baranê ku heta saetên destpêkê yên sala nû bariya herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di bîlançoya beriya niha de hatibû ragihandin ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber karesata lehiyê zêdeyî 30 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin. Karesat bû sedem ku li gelek herêmên Cakartayê elektrîk qut bibe. Li Cakarta û derdora wê nêzî 30 milyon mirov hene.

Li Cakartayê di sala 2007'an de jî lehî rabû bû û derdora 50 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.