Li Endonezyayê ji ber erdhejê herî kêm 10 kes mirin

Li Girava Lombokê ya Endonezyayê ji ber erdhejê herî kêm 10 kes mirin.

Li Girava Lombokê ku yek ji navendên tûrîzma Endonezyayê ye, bi şîdeta 6.4 pileyî erd hejiya. Ji ber erdhejê herî kêm 10 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Rewşa Lezgîn a Endonezyayê Sûtopo Pûrwo Nûgroho got, "Herî kêm 40 kes birîndar bûn û xisar li dehan xaniyan bû. Em texmîn dikin ku ev hejmar zêdetir bibe, ji ber ku hîn ji her alî ve agahî negihîştine ber destê me. Em niha giraniyê didin ser karê veguhastin û rizgarkirinê. Hin birîndar hîn tên dermankirin."