Li Endonezyayê herî kêm 43 kes ji ber lehiyê mirin

Li herêma Cakarta ya Endonezyayê bi destpêkirina sala nû re ji ber barana zêde lehî rabû û erd şemitî. Hejmara kesên ji ber vê karesatê jiyana xwe ji dest dan gihîştin 43 kesî.

Li Endonezyayê piştî karesata lehiyê ya sala 2013'an ku bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan, yek ji karesatên herî giran rû da.

Ji ber barana zêde ya dawiya salê li herêma Cakarta ya ku nifûsa xwe 30 milyon mirov e hin tax di nava avê de man. Wesayit bi ser hev ve hatin û xisar li avahiyan bû.

Li gorî rayedaran hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 43 kesî. Der dora 10 kes jî winda ne. Nêzî 400 hezar kes jî hatin veguhastin û li stargehan hatin bicihkirin.

Av ji gelek herêman vekişiya û ji bo gelek herêman elektrîk ji nû ve hatin dayin.