Li Endonezyayê hejmara miriyan bû 373
Li Endonezyayê tsûnamiyê li giravên Sûmatra û Cavayê da û li gorî bîlançoya nû 373 kes mirine.
Li Endonezyayê tsûnamiyê li giravên Sûmatra û Cavayê da û li gorî bîlançoya nû 373 kes mirine.
Roja Şemiyê ji ber teqandina volkana Anak Krakatoayê tsûnamî pêk hatibû.
Berdevkê Saziya Rêvebirina Karesatan a Navneteweyî Sûtopo Pûrwo Nûgroho daxuyanî da û diyar ku 373 kes mirine.
Berdevkê saziyê got ku, “1459 kes birîndar bûne û 128 kes jî winda ne.”