Ji ber tsûnamiyê li Endonezyayê nêzî 300 kes mirin

Li Endonezyayê ji ber tsûnamiya piştî teqandina volkanê 281 kes mirin. Pisporan diyar kirin, dibe ku pêlên din pêk werin.

Di 22’ê Kanûnê de piştî teqîna volkana Anak Karakatoayê tsûnamiyê li giravên Cava û Sûmayê da.

Li gorî agahiyên ku rayedaran dane, herî kêm 281 kes mirine û bi hezaran kes birîndar bûne.

Rayedar bi fikar in ku careke din pêl li peravan bide. Zanyar diyar dikin ku li gorî dîmenên peykê yên ji Sentînel-1 a Ajansa Fezayê ya Ewropayê beriya tsûnamiyê beşeke peravên li Başûr ber bi okyanûsê ve herikiye.

Tsûnamiya ji ber teqîna volkanan hindik pêk tê. Li gorî pisporan ji ber ku volkana Anak Karakatoayê di behrê de çûye xwarê, ev tsûnamî pêk hatiye.

Anak Krakatoa di sala 1883’an de teqiyabû û rê li ber tsûnamiyên 30 metreyî vekiribû. Di vê karesatê de 36 hezar kes miribûn.

Endonezya ji 17 hezar girav û giravokan pêk tê. Di 28’ê Îlona de erd hejiyabû û bajarê Palûyê hilweşiyabû. Di vê karesatê de 2073 kes miribûn û 5 hezar kes hê jî winda ne.

Di sala 2004’an de jî li nêzî girava Sûmatrayê bi şîddeta 9.3 erd hejiyabû û li peravên Okyanûsa Hindê 220 hezar kes miribûn. Ji nav van kesan 168 hezar kes li Endonezyayê miribûn.