Li Endonezyayê encama erdhejê: 2.073 mirî, 5 hezar winda

Li Endonezyayê piştî erdhej û tsûnamiyê lêgerînên ji bo rizgarikirinê hatî destpêkirin bi encam bûn. Li gorî bîlançoya dawî herî kêm 2.073 term ji bin xirbeyan hatine deranîn û 5 hezar kes hêj winda ne.

Rayedaran ragihand ku piştî du heftan xebatên lêgerîna rizgfarikirnê yên erdhej û tsûnamiya bi pileya 7,5  ku li bajarê Palû yê girava Sîlawesê pêk hatî, 11’ê Cotmehê bi dawî bûne.

Li gorî bîlançoya fermî ya dawî 2.073 kes mirine. Lê belê hêj nêzî 5 hezar kes winda ne.

Li gorî saziyên alîkariya mirovî ji ber erdhej û tsûnamiyê 200 hezar kes pêdîvî bi alîkariyê heye. Li Palûyê tengasiya qût û ava vexwarinê heye. Nêzêç 800 hezar kes li konê li nêzî mala xwe vedayî dijîn.