Li Elmanyayê rastgirên tund bi ser ketin!

Li Elmanyayê di hilbijartina îro de rastgirên tund bi ser ketin. Partiya Serokwezîr Merkel û demokratên sosyal dengên xwe kêmkirin û partiya rastgir a tund AfD bi rêjeya ji sedî 13 bû partiya sêyemîn.

Îro li Elmanyayê 61 milyon kes ji bo hilbijartinan çûn ser sindoqan. Li gorî encamên fermî yên destpêkê, encam wisa ye:

-Partiya Serokwezîr Angela Merkel li gorî hilbijartina sala 2013’an ji sedî 8 dengên xwe kêm kir û bû ji sedî 33.

-Di rêza duyemîn de Partiya Demokrat a Sosyal ji sedî 4,8 deng kêm kir û rêjeya wê gihişt ji sedî 20’î.

-Partiya Demokrat a Hur jî ji sedî 5 dengê xwe zêde kir û bû ji sedî 10.

-Alternatîfa ji bo Elmanyayê ya rastgir  a tund ya ku li dijî penaber û koçberan e, di meclîsê de bû partiya sêyemîn.

Ji bo avakirina hikumetê jî, Merkel got ji xeynî Partiya Çep û AfD’ê deriyê wan ji hemûyan re vekiriye. Tê payîn ku CDÛ 220, SPD 138, AfD 87, Partiya Keskan 62, Partiya Çep 59 û FDP jî 65 kursiyan bi dest bixe.

Piştî hilbijartinê Merkel got ku, “Partiya me gihiştiye hedefa xwe. Peywira avakirina hikumetê dan me, jê pê ve tu şansa avakirina hikumetê tuneye.”

Namzetê Serokwezîriyê yê ji SPD’ê Martîn Schûlz jî got ku, “Îro ji bo dîroka demokrasiyê ya sosyal a Elmanyayê rojeke giran û dijwar e.”