Li Elmanyayê kedkarên metalê di greva hişyarkirinê de ne

Li Elmanyayê bi mîlyonan kedkarên endustiriya metalê piştî bersivdayina nerênî ya ji bo daxwazên mafên wan, greva hişyarkirinê dan destpêkrin.

Di muzarekeyên giştî yên ji aliyê yekîtiya sendîkayên IG Metall ve tê meşandin, ji ber sedemê daxwaza zamê ya 6 ji sedî ji bo kedkaran nehate pêkanîn, greva hişyarkirinê dan destpêkirin.

Li ser banga sendîkayan îro bi hezaran kedkarên li eyaleta Bavyera û eyaleta Nordrheîn-Westfalalen (NRW) dest bi grevê kirin. Li eyaleta NRW şevê din di çarçoveya grevê de hemû kedkarên kargeha wesayîtan a Kîrchoof dest ji kar berdan. Li eyaleta Bavyera jî li Ascjaffenbûrgê di tîma şevê de hemû xebatkarên metalê kar berdan û kesên kar dide wan hişyarkirin.

Grevên ji bo hişyarkirinê yên li herdu eyaletan destpêkirî, ji sibê û pêve wê belavî eyaletên din bibe.

IG Metall a ku muzakeran bi nûnerên karsazan re dide meşandin, ji bo karkeran daxwaza 6 ji sedî zam dike û di hefteyê de seatên kar xistina 28 seatan dike. Dîsan kesên di tîman de kar dikin û xwedî zarok in û neçarin ku li zarokên xwe binêrin jî daxwaza tazminatê ji bo wan dike.

Nûnerên karsaz ên li endustirya Metal de jî ragihandibûn ku di salê tenê dikarin 2 ji sedî zam bidin. Muzakerên ku bi giştî li endustriya metallê de 3.9 mîlyon xebatkaran eleqedar dike roja Pênçşemê li eyaleta Wurttembergê bidome, li eyaletên din jî tê payîn ku di 15’ê Çileyê de pêk were.