Li Elmanyayê ji bo şîrketan qenciya 'sivikkirina bacê' 

Li Elmanya kêmkirina ji alîkariya herî kêm a bi sedhezaran karkerî dibe sedema bertekan û ji bo kardaran kêmkirina bi bihayê bi dehan milyon dolarî a bacê û prîman tê xwestin.

Li gorî nûçeya rojnameya Handelsblattê hikûmeta CDU-CSU û SPD'ê plansaziya xwe dike ku ji bo şîrketan salê bi bihayê dehan milyon euroyî prîmm û bacê kêm bike.

Li gorî rojnameyê bi bernameyeke 10 xalî ya di bin banê Wezareta Aboriyê de tê hazikirin armanc ew e ku 'barê' şîrketan salê bi qasî 20 milyar euro were 'sivikkirin'

Li gorî planê ku tê payin Wezîrê Aboriyê Peter Altmaîer bipejirîne, bi mebesta desteka li rabûna Elmanyaya Rojhilat a berê, ji ser mehmizan wê 'baca hevgirtinê' were rakirin.

Her wiha plansaziya wê tê kirin, baca saziyan û dahatê ya ku şîrket didin, were sivikkirin.
Li Elmanya ku pê mijûl e ji bo şîrketan 'bacê sivik' bike, li ser bêkaran û destengan polîtîkaya ji xwe kêmkirinê, dide pêş.