Li Elmanyayê ji ber teqîna li avahiyekê 25 kes birîndar bûn

Li bajarê Wuppertl ê Elmanyayê, ji ber teqîna li avahiyekê herî kêm 25 kes birîndar bûn.

Li bajarê Wuppertalê yê Elmanyayê ku li bakurê Kolnê ye, şeva Şemiyê li avahiyekê teqînek bû. Ji ber teqînê agir bi avahiyê ket.

Gelek ji şêniyên avahiyê ji malên xwe derketin, lê hinekî jî lê asê man. Kesên asê man ji aliyê tîmên alîkariyê ve ji binê xirbe hatin derxistin.

Li gorî medya herêmî herî kêm 25 kes birîndar bûn ku rewşa tenduristiyê ya 5 ji wan giran e. Polîsan gotin, dibe ku hin kesên din di binê xirbe de hebin. Ji bo diyarkirina sedema teqînê lêpirsîn hate destpêkirin.