Li Elmanyayê 4118 nexweş, bi giştî 149 mirî

Enstîtuya Robert Koch diyar kir ku li Elmanyayê di rojekê de hejmara nexweşan 4118 zêde bûye û bi giştî 149 kes mirine.

Serokê Enstîtuya Robert Koch Lothar Wîeler a ku li Elmanyayê di warê nexweşiyên şewbê de dixebite, îro ji çapemeniyê re axivî û derbarê koronavîrusê qala agahiyên dawîn kir.

Wîeler diyar kir ku li derveyî Elmanyayê di 24 saetên dawîn de bi giştî 36 hezar ji ber koronavîrusê nexweş ketine û Îtalya di rêza pêşîn de ye. Wîeler diyar kir ku li Îtalyayê hejmara nexweşan bûye 63.927.

Li gorî agahiyên ku Enstîtuya Robert Koch ji saziyên tendirustiyê yên fermî wergirtiye li Elmanyayê di rojekê de 4118 nexweş zêde bûne û hejmara nexweşan bûye 31.554. hate diyarkirin ku heta niha 149 kes mirine.

Di civînê de ev agahî derketin pêş

“-Li Elmanyayê bêtir kesên navsere bi nexweşiyê ketine û kesên mirine jî emrê wan derdora 80’î ye. Li Elmanyayê şewb hê nû derdikeve holê, ev rêje dibe ku biguhere.

-Li Elmanyayê hê beşeke zêde ya kal û pîran bi nexweşiyê neketine.

-Yên ku heta niha nexweş ketine û hatine tedawîkirin jî 5600 kes in.

- Li gorî rayedaran ne diyar e ku bidawîbûna zivistanê û zêdebûna germê bandorê li şewbê bike yan na.”