Li Elmanya 3 partiyan ji bo avakirina hikûmetê lihev dikin

Partiya Sosyal (SPD)a di hilbijartina Elmanyayê de bi ser ket, bi Keskan û Lîberalan re ji bo avakirina hikûmetê, li ser peymanekê li hev kirine.

Lîderê SPD’ê Olof Schoz, lîdera Keskan Annalena Baerbock û Lîderê Partiya Demokrat a Lîberal (FDP) Chrîtîan Lîndner, piştî civînê daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê.

Lîderê SPD’ê Olaf Schlz got: “Li ser metnekê me li hev kir. Ev encameke baş e. Ev jî dide nîşanan ku li Elmanya dikare ku hikûmetek bê avakirin.”

Di hilbijartina gitşî ya 26’ê Îlonê ya li Elmanya pêk hat de SPD bi ferqeke biçûk Xiristiyan-Demkrat (CDU-CSU) derbas kiribû. Dengê CDU-CSU ya girêdayî siyaseta Serokwezîr Angela Merkel ji sedî 24,1 deng destxist, SPD jî ji sedî 25,7’ê dengan bi dest xistibû.

Keskan jî ji sedî 14,8, FEDP ji sedî 11,5 deng bi dest xistibûn.