Li Elmanya 2017’an di hêza kar de wê rekor were şikandin

Li gorî xebateke aborî ya ku li Elmanya weşiyaye hijmara bêkar in îsal jî wê kêmbûnê bidomîne û hijmara kesên ku li hêza kar têne zêdekirin wê rekorê bişkîne.

Li gorî Enstîtûya Lêkolînê ya Pîşeyî û Piyaseya Kar îsal di hêza kar û hijmara xebatkaran de wê rekor were şikandin.

Li gorî vê kesên ku tevlî hêza kar bibin 320 hear zêde dibin û digihije 46 milyon û 760 hezarî.

JI 1990’AN VE HIJMARA HERÎ KÊM A BÊKARAN

Li gorî pêşdîtina IAB ji van kesan 44 milyon 260 hezar kes wê bixebitin, hijmara bêkaran wê bi qasî 2 milyon 530 hezarî kêm bibe. Ev jî dibe rêjeya herî kêm ya bêkariyê ya ji sala 1999’an ve ku Elmanya bibû yek.

Li gorî heman pêşdîtinê îsali Elmanya 32 milyon 260 hezar kes di nav sîstema sîgortaya sosyal de wê bixebitin, li gorî rêjeya 2016’an 760 hezar kes zêdetir dibin.

LI DERVEYÎ SEKTORA FÎNANSÊ PÊDIVIYA BI XEBATKARAN ZÊDE DIBE

Li gorî texmînên IAB îsal di nav sektoran de ku îstîhdam wê zêde bibe bi 270 hezar kesî tendiristî, perwerdehî û xizmetên din ên cameweriyê hene. Tenê di sektora fînansê de 20 hezar kes wê kêm bibin.