Li Efxanistanê êrîşa DAÎŞ’ê: 3 mirî

Li bajarê Kandahar yê li Başûrê Kurdistanê di êrîşa xwekujî ya ku li ber bankeyekê pêk hat 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Serokê Daîreya Agahî û Çandê ya parêzgeha Kandaharê Înamullah Samanganî daxuyanî da  AFP'ê û  got: "Îro danê sibê li derva New Bank of Kabul êrîşeke xwekujî pêk hat û di encamê da 3 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn."

Berdevkê Wezareta Karên Hundir Abdul Metîn Kanî piştî çend saetan daxuyanî da  AFP'ê got, "Li gorî agahiyên destpêkê, sûc ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatiye kirin.” Çeteyên DAÎŞ'ê heta niha berpirsyariya êrîşê negirtine ser xwe.

Êrîş li gorî saeta herêmî saet 08:00’an pêk hat. Rayedarên Talîbanê bi lez û bez dever dorpêç kirin û nehiştin ku rojnamevan wêne û dîmenan bigirin.

Ji destpêka meha Remezanê ve di van du hefteyên dawî de li Efxanistanê gelek teqîn çêbûn. Pir hindik ji van bi fermî hatine ragihandin.