Li Efrîqayê helîkoptera leşkerî ya Elman kete xwarê
Helîkopterekî şer a aîdê yekîneyên Elman ê li Malî ya welatê rojavayê Efrîqayê erka xwe pêk tanî, ji ber ‘sedemek nayê zanîn’ ketiye xwarê.
Helîkopterekî şer a aîdê yekîneyên Elman ê li Malî ya welatê rojavayê Efrîqayê erka xwe pêk tanî, ji ber ‘sedemek nayê zanîn’ ketiye xwarê.
Hat diyarkirin ku helîkoptera ketî xwarê ji sala 2012’an û vir ve li gel yekîneyên artêşê ku li dijî komên El Qaîdê di nava şer de li Malî yê li ser erkê bû, hat hînbûn ku ya yekîneyên Elman in.
Helîkoptera bi tîpa Tîger û di nav de 2 muretebat li Iloûk a 130 kêlometre navbera bajarê Gao yê ku dikeve bakurê welat ketiye xwarê.
Têkildarî mijarê Wezîrê Parastinê yê Elman Ûrsûla von der Leyen ti daxuyanî nedaye, Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya dayî de, îdîa kir ku dibe ku helîlkopterê ‘qeza’ kiribe û wisa ketibe xwarê. Ji bo rizgarkirina pîlotên helîkopterê xebatên lêgerînê hatiyen destpêkirin.
Piştî şerê li Malî yê ji sala 2012’an û vir ve destpê kirî û şûnde, di çarçoveya Mînûsma mîsyonû ku ji aliyê NY’yê ve hatiye pêkanîn, 12 hezar leşker li ser erkê ne, 639 leşkerên Elman jî di heman çarçoveyê de li welat in.