Li Efrîkayê dermanên sexte yên Covîd-19 gefê li mirovan dixwin

Li welatên Efrîkayê ku sîstemên wan ên tenduristiyê ji şewba Covîd-19 re neamade ne, dermanên sexte yên li dijî vîrûsa koronayê li bazarê tên firotin ku ev yek dikare bibe sedema encamên giran.

Li welatên Efrîkayê hêdî jî be vîrûsa koronayê belav dibe. Li gelek welatan hejmara qurbaniyan bi sedan, bi hezaran tên îfadekirin, lê ji ber ku bi têrkerî test nayê kirin tê gotin ku hejmara rastî zêdetir e.

Lê belê di vê demê de metirsiyeke nû rû da ku ew jî, firotina dermanên sexte yên li dijî Covîd-19 ye.

Li Nîjer, Kamerûn, Komara Kongo ya Demokratîk û Senegalê, dermanê hydroxychloroquin (HCQ-hidroksiklorokin) ê bi navê "Plaquenil" tên çêkirin, li bazarê tên firotin. Ev derman beriya niha li dijî hin cûreyên tayê dihate bikaranîn. Li Fransa û DYE'yê jî demeke dirêj di rojevê de mabû.

Tê zanîn ku bandora neyînî ya dermanê bi navê Hydroxychloroquin giran e. Ji ber ku derman li şûna dermanfiroşan li bazarê tê firotin, ev yek fikaran zêdetir dike.

Li gorî nûçeyên medya Efrîkayê, ev dermanên sexte bi îdîaya ku nexweşên Covîd-19 baş dike, pêşkêşî bazarê tên kirin. Tê îdîakirin ku derman li gelek bajaran li bazaran jî bi sê qatî bi buhayekî zêdetir tê firotin.