Li Efrîkaya Başûr di hilbijartinan de partiya Mandela li pêş e

Li Efrîkaya Başûr, piştî hilbijartina giştî ya roja Çarşemê, jimartina dengan dest pê kir. ANC ku ji sala 1994'an ve li desthilatdariyê ye, bi rêjeyeke bilind li pêş e.

Li gorî encamên destpêkê, Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê (ANC) 54,65 ji sedî yê dengan wergirt. Partiya Nelson Mandel ANC, di rewşa heyî de li parlamentê serdest e.

Di hilbijartinên giştî de di asta rekorê de 48 partiyan namzet nîşan dan. Li gorî encamên destpêkê, li parlamenta ku 400 endamên wê hene, ANC wê serwer be.

Tifaqa Demokratîk (DA) bi rêjeya 26.49 ji sedî bû partiya duyemîn, di rêza sêyemîn de Partiya Çep a Radîkal "Şervanên Azadiyê yên Aboriyê" (EFF) bi rêjeya 08.07 ji sedî cihê xwe girt.

Ji sala 1994'an dema hilweşandina rejîma apartheidê û vir ve, piştî ku hişyarbûna demokratîk pêk hat di hilbijartinan hemûyan de ANC bi ser ket.