Li Efrîkaya Başûr banê dêrekê hilweşiya: 13 kes mirin

Li Efrîkaya Başûr banê dêrekê hilweşiya û di encamê de 13 kes mirin.

Li gorî rayedarên xwecihî, êvara Pêncşemê li bajarê Dlangubo yê eyalet KwaZulu Natal ê li bakurê rojhilat ê Efrîkaya Başûr, di dema ayînê de banê dêrê hiweşiya.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Eyaletê Lennox Mabaso ji qenala nûçeyan ENCA re got, "Banê avahiyê êvara Pêncşemê ji ber barana zêde hilweşiya." Mabaso diyar kir, 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê servîsên lezgîn ên eyaletê Rabert McKenzi jî li ser Twitterê ragihand ku 13 kes mirine, 16 kes jî birîndar bûne.