Li Efganistanê Talîban kete nava artêşê, bi dehan kes hatin kuştin

Li navenda Efganistanê Talîban kete nava artêşê, êrîşek pêk anî. Li gorî Wezîrê Parastinê 9 leşker li gorî rayedarekî xwecihî 23 leşker hatin mirin.

Wezîrê Parastinê li ser Twîtterê daxuyanî da û ragihand ku li navçeya Karabah ya wîlayeta Gasnî di encama êrîşa Talîbanan de leşker mirîne. Berdevkê wezaretê Fawad Aman ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku leşker ji aliyê Talîbanên ketine nava artêşê ve hatine kuştin.

Li gorî Wezareta Parastinê 9 leşker mirin. Endamê meclîsa wîlayeta Gaznî Nasir Ahmed Fakîrî diyar kir ku 7 endamên Talîban ketine nava yekîneyên aligirê hikûmetê û 23 milîs hatine kuştin.

Tevî destpêkirina muzakreyên di navbera DYE û Talîbanan de êrîş didomin.