Li Efganistanê polîsên ‘exlaq’ hevkariya xwe ya bi mîsyonê NY’ê re qut kir

Li Efganistanê polîsên exlaq ên girêdayî Wezareta Avakirina Dilnizmî û Astengkirina Bêexlaqiyê, ragihandin ku êdî ew ê bi mîsyonê Neteweyên Yekbûyî ya li welêt re hevkariyê nekin.

Di daxuyaniya ji aliyê wezaretê ve hatî dayîn de, hat ragihandin ku ji ber “propagandayê” polîsên exlaq wê êdî bi mîsyonê alîkariyê NY’ê UNAMA’yê ya li Efganistanê re hevkariyê nekin.

Mîsyona NY’ê ya li Efganistanê têkildarî qanûneke ku qedexeyên nû ji bo jinan derxistî, fikarên xwe anîbûn ziman. Beriyeke demeke kurt ev qedexeyên navborî ji aliyê rayedarên Talîbanê ve hatibûn erêkirin.

Li ser vê yekê biryar hate dayîn ku dawî li hevkariyê were anîn.