Li Efganistanê par zêdeyî 3.800 sivîl mirin

Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî, sala 2018'an li Efganistanê 3.804 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rapora Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Efganistanê MANÛA û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, sala 2018'an li Efganistanê ji bo sivîlan bû sala herî giran û kujer. Rapor roja Yekşemê hate weşandin.

Li gorî vê yekê, sala 2018'an ji ber bûyerên tundiyê 3.804 kes mirin. Bi giranî jî Tevgera Talîban û DAÎŞ ji mirina sivîlan berpirsyar hatin nîşandan. Rapor nîşan dide ku rêjeya mirina sivîlan a sala 2018'an li gorî sala 2017'an 11 ji sedî zêde bûye.

DI NAVA SALEKÊ DE 927 ZAROK DI ŞER DE MIRIN

Ji sivîlên ku par hatin kuştin, 927 jê zarok in. sala 2017'an 826, sala 2016'an jî 926 zarok miribûn.

Tevî vê yekê, sala 2018'an zêdeyî 7 hezar sivîl birîndar bûn.

DI NAVA 10 SALAN DE 32 HEZAR SIVÎL MIRIN

Ji sala 2014'an û vir ve li Efganistanê ji ber şer her sal herî kêm 3.500 sivîl dimirin. Hejmara sivîlên di nava 10 salên dawî de ji ber şer mirine 32 hezar, hejmara birîndaran jî 60 hezar e.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji ber êrîşên xwekujî yên 'bi zanebûn li dijî sivîlan tên kirin' û ji ber bomberdûmana hewayî û şerê hêzên hikumetê yên bejahî, hejmara sivîlên ji ber şer jiyana xwe ji dest dane, zêde bûye.

Di raporê de hate ragihandin, komên çekdar ji 63 ji sedî yê kuştin û birîndarkirina sivîlan berpirsyar hatine nîşandan. Hêzên alîgirê hikumetê jî (Hêzên çekdar ên Efgan û koalîsyona navneteweyî) ji 24 ji sedî yê êrîşan berpirsyar hatin nîşanadn.

Di raporê de hate gotin, "Cara yekê ye ku di operasyonên hewayî de zêdeyî 500 sivîl mirine" û hate ragihandin, 393 ji wan ji ber êrîşên hewayî yên koalîsyona navneteweyî, 118 ji wan jî ji ber êrîşên hêzên hewayî yên Efgan hatine kuştin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Efganistanê Tadamîchî Yamamoto got, "Dem hatiye ku êdî dawî li vê trajediyê were anîn" û xwest, şer bê rawestandin. Yamamoto bang li aliyan kir ku firsenda aştiyê bi kar bînin.

Di navbera DYE û Talîbanê de bi mehan e hevdîtin tên kirin. Tê payin ku hevdîtinên nû roja Duşemê dest pê bikin.