Li Efganîstanê êrîşa giran: Herî kêm 30 kes mirin

Li paytexta Efganîstan Kabûlê, li herêma ku avahiyên hikumetê lê ne êrîşek hate kirin. Herî kêm 30 kes mirin.

Li paytexta Kabûlê, beriya ku êrîş bê kirin, wesayiteke bombebarkirî hate teqandin û hate ragihandin ku çekdaran gelek karmend dîl girtine. Piştî ku hêzên ewlekariyê dest li rewşê werdan, şer derket. 3 êrîşkar hatin kuştin û herî kêm 29 sivîl û polîsek mirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir, herî kêm 16 sivîl û polîsek birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Hate ragihandin, hem Talîbanê hem jî komeke ser bi çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya êrîşê li xwe girtine.

Êrîş danê nîvro piştî ku wesayita bombebarkirî li ber avahiya Wezareta Avadaniyê teqiya, dest pê kir. Êrîşkaran piştre ketibûn hundirê avahiya Wezareta Ewlekariya Civakî û Kar.