Li Efganistanê êrişa bombeyî: 7 kes mirin

Li herêma Heratê ya Efganistanê li hemberî mînîbusekê êrişeke bombeyî hate kirin. Di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Êriş li herêma Heratê ya li rojavayê welêt, li taxeke ji şêniyên Şîa qewimî.

Li gorî rayedarên xwecihî, roja Şemiyê li hemberî mînîbusekê êrişa bombeyî hate kirin û 4 jê jin 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên destpêkê, dema ku mînîbus ji binê depoya sotemeniyê derbas bû, êrişa bombeyî hate kirin.

Piştî ku DYE'yê hêzên xwe ji Efganistanê vekişand û Talîban meha Tebaxê bû desthilatdar, baskê Efganistanê yê çeteyên DAÎŞ'ê gelek êriş kir. Heta niha kesî berpirsyariya êrişa dawî li xwe negirtiye.

Çeteyên DAÎŞ'ê bi giranî êrişî hindikahiya Hazara ya şîa dike. Herat ku sêyemîn bajarê herî mezin ê welêt e, li nêzî sînorê Îranê ye. Bajar mehên dawî bêdeng û aram bû.