Li Efganîstanê êrîş birin ser baregeheke Emerîkî

Li Efganîstanê êrîş birin ser nexweşxaneyeke ku hê înşeat bû û baregeheke Emerîkî ye, ya li bakurê Qabûlê, paytexta Efganîstanê. Di êrîşê de jinek hate kuştin, bi kêmanî 60 kes birîndar bû.

Resolute Support, mîsyona NATO'yê ya li Qabûlê ye, got,''Hêzên dijmin vê spedeyê êrîşa bombeyî anîn ser baregeha hewayî ya Bagramê, tesîseke tendiristiyê ya ku hê înşeat bû û li nêzî baregehê ye û xizmet dide Efganiyan kirin hedef.''

Hate gotin çalakiya xwekujiyê bi wesayiteke bombekirî pêk hatiye û bi kêmanî 7 kesên çekdar tevlî vê êrîşê bûne.

Hê kesî êrîş li xwe negirtiye, piştî ku Talîban û DYE li Dohayê li hev rûniştin vê êrîşê rûda.